Zaxo- Firokeyeka bêfirokevan a Tirkiyê ket xwarê Zaxo- Firokeyeka bêfirokevan a Tirkiyê ket xwarê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Zaxo- Firokeyeka bêfirokevan a Tirkiyê ket xwarê

BasNews- Êvara îro roja sêşemê 30.06.2020an Firokeyên Tirkiyê gundekê nahiye ya Batîfa ya ser bi qezaya Zaxo bi tundî burdûman kir û firokeyeka çavdêrîya Tirkiyê jî li sinûrê nahey ya Derkara her wê qezayê kete xwarê.

Rêveberê nahyeya Batîfayê ya ser bi Zaxoyê ji bi Kurdistan 24 ragehand, firoke yên cengî yên Tirkiyê bi tundî aqarê gundê Kerbit Teymûr li sinûrê  nahye ya wan burdûman kir û bi wê sedemê ve jî, zevîyê gundî agir pêket û şewitî.

Herwiha rêveberê nahye ya Derkarê Zêrevan Mûsa jî bo Kurdistan 24ê aşkera kir, firokeyeke çavdêrîyê ya Tirkiyê li gundê Bosel li sinûrê nahye ya Derkar kete xwar û ji alîyê polîs û asayîşê ve hat helgirtin.

Hêjayî gotinêye ji ber hebûna gerîllayên PKKê li ser sînorê Herêma Kurdistanê Tirkiyê zêdetir ji 10 rojane dest bi operasyoneke bejayî û asmanî kiriye û gundewarên ser sînorê yên Herêma Kurdistanê bordûman dike. 

Herwuha heta niha bi kêmanî 5 xelkê sivîl ji ber wan bordûmanan mirine û hejmarek hemwelatî jî birîndar bûne.