Fûad Husên: Metirsî heye bi dehan hezar çekdarên terorist ji Sûriyê ve berê xwe bidin Iraqê Fûad Husên: Metirsî heye bi dehan hezar çekdarên terorist ji Sûriyê ve berê xwe bidin Iraqê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fûad Husên: Metirsî heye bi dehan hezar çekdarên terorist ji Sûriyê ve berê xwe bidin Iraqê

BasNews- Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, ragehand, zamina dawîhînanê bi derdeseriyên gelê Sûriya tenê bi çareseriya siyasî ye. Eger rewşa Sûriyê bi vî awayî berdewam be; asyîş û akinciya navçeyê dikeve di metirsiyê de û bi dehan hezar terorist berê xwe didin Iraqê.

Wezîrê Derve yê Iraqê, di kongireya Brukselê, ku tyabet bû bi piştîvanîkirina Sûriyê û deverê bi rêya vîdyokonfiransê beşdarî tê de kir û gotara Iraqê pêşkeş kir. Fûad Husên got:  “Pêwîste şerê rêxistinên teroristî bihête kirin bê cudahî û li ser hemûyan ve jî, rêxistina teroristî ya DAIŞê û hizrên tundrewiyê li Sûriyê.”

Fûad Hûsên amaje bi wê yekê jî kir, ew sizayên bi ser Sûriyê re hatine sepandin bandoreka mezin dê hebe li ser gelê Sûriyê bi taybetî ji aliyê fêrbûnê, abûrî û tenduristiyê ve ku niha nexweşiya Koronayê heye.

Hûsên daxwaz ji civaka nêvdewletî kir, alîkarî û piştevaniya wan welatan bikin; ewên penaberên Sûriyê li xwe girtine bi tyabet Iraqê ku 260 hezar penaberên Sûriyê lê bi cî bûne. Hûsên tekez jî kor rewşa Sûriyê bi vî awayî berdewam be, gefeka mezin e li ser asayîşa Iraqê û dibe sedema wê yekê ku bi dehan hezar çekdarên terorist derbazî sinûrê Iraqê bibin.