Rûsya: Tirkiye nikare bêyî me çekên me bifroşe welatekî din Rûsya: Tirkiye nikare bêyî me çekên me bifroşe welatekî din
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rûsya: Tirkiye nikare bêyî me çekên me bifroşe welatekî din

BasNews- Rûsya îro roja sêşemê 30.06.2020an ragihand ku Tirkiye nikare bê destûra wê sîstemên berevanî yên Rûsî bifroşe welatekî din.

Ajansa Reutersê ji zarê Maria Vorobyova, berdevika hevkariya leşkerî û teknîkî ya federalî ragihand ku Tirkiye nikane bê îzina wan çekên Rûsiyayê bifroşe dewletekê din.

Rêvebiriya Amerîkî gotibû ku ger Tirkiye sîstema Tirkiye S-400 bi cîh bike û bixebitîne, ewê rûbirûyê toleyên Amerîkî be. 

Senatorê Amerîkî John Thune bo bi dawîbûna qeyrana di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêşniyaz kiribû ku bila Amerîka sîstema S- 400an ji Tirkiyê bistîne.

Herwiha herî dawî Rêvebiriya Amerîka dibêje ku sîstema Rûsya ne li gor sîstema NATO ye û bicîhkirina S-400 wê bo firokên F-35 yên Amerîkî xeterî çêkin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê S-400’an di meha Nîsanê de bixebitînin, lê jiber kêşeyên vîrusa korona ew yek pêk nehatibû.