Kirmanc Osman: Heger statuya Herêma Kurdistanê hilweşe ya Iraqê jî hildiweşe Kirmanc Osman: Heger statuya Herêma Kurdistanê hilweşe ya Iraqê jî hildiweşe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kirmanc Osman: Heger statuya Herêma Kurdistanê hilweşe ya Iraqê jî hildiweşe

BasNews- Akademîsyenê hiqûqê Dr. Kirmanc Osman aşkere kir, ew kesên behsa hilweşandina statûya Herêma Kurdistanê dikin derbarê yasa, dîrok, siyaset û cografyayê de ti tişrî nizanin. Statuya Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqê û navdewletî parastî ye.

Dr. Kirmanc Osman derbarê daxwaza hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên li ser hilweşandina statuya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re axivî û got: “Beriya împaratoriya Osmanî belav bibe Rojhilata Navîn nehatibû dabeşkirin û ne Siûdî ye, Kwêt, Sûriya, Urdin, Lubnan û gelek welat nebûn û navê herêmê Hicaz bû. Wê demê Kurdistan di destûra esasî de hebû û 11 wezîrên wê hebûn. Ew statuya beriya duristbûna dewleta Iraqê bi 10 salan hatiye damezirandin. “

Dr. Kirmanc Osman ragihand piştî Raperîna 1991ê, Herêma Kurdistanê liser asta nawxwe bi yasa weke statuyek hatiye qebûlkirin û di sala 2005an jî de Herêma Kurdistanê weke herêmeke federal li Iraqê hatiye naskirin. Di destûra Iraqê de di deqek ti xalek li ser hilweşandina Herêma Kurdistanê tuneye. Statuya Herêma Kurdistanê ligel statuya Iraqê ye, heger di demekê de statuya Herêma Kurdistanê were hilweşandin wê statuya Iraqê jî hilweşe.