Pompeo: Em ê 696 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin xelkê Sûrîyê Pompeo: Em ê 696 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin xelkê Sûrîyê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pompeo: Em ê 696 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin xelkê Sûrîyê

BasNews- Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro roja sêşemê 30.06.2020an got ku ewê 696 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin gelê Sûrîyê.

Pompeo ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand wek bersîvdana krîza ku rejîma Esad, Rûsya û hêzên Îranî bûne sedem, Welatên Yekbûyî yên Amerîka alîkarîya mirvoahî ya pirtir ji 696 mîlyon dolaran dide gelê Sûrîyê.

Herwiha Pompeo got ku Stratejîya Ewlehî ya Neteweyî ya Amerîka girîngî dide alîkarîya kesên derbiderbûyî.Amerîka hem li Sûrîyê û hem jî li her derê cîhanê welatê yekê ye bi dilxwazî alîkarîya mirovahî pêşkêş dike.

Pompeo ragihand ku bi alîkarîyên vî rengî, Amerîka hewil dide ku li her derê êş û kovana mirovahan kêmtir bike.