YNK: Em ê ligel PDK bicivin û hewla çareserkirina hemû pirsan bidin YNK: Em ê ligel PDK bicivin û hewla çareserkirina hemû pirsan bidin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

YNK: Em ê ligel PDK bicivin û hewla çareserkirina hemû pirsan bidin

BasNews- Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ragihand wan birya daye ligel Partiya Demokrata Kurdistanê bicivin û wê hewl bidin hemû pirsan çareser bikin.

Îro roja sêşemê 30.06.2020an Endamê Serkirdayetiya YNKê Rewend Mela Mehmud ji BasNewsê re axivî û got:” Civînên YNKê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê berdewam dikin bi armanca çareseriya hemû kêşeyên siyasî û aloziyên niha yên Herêma Kurdistanê. Pêwîste bo çareseriya vê pirsê hin gavên erênî bêne avêtin û gelê kurd yek helwêst be.”

Herwiha Mela Rewend Mela Mehmûd aşkere jî kir YNK ligel Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî civiya ye û wê di demeke nêzîk de YNK ligel PDKê jî bicive û wê civîna herdu aliyan erênî be.

Rewendm Mela Mehmûd destnîşan jî kir YNK wê hewl bide bo çareseriya hemû alozî û kêşeyan ligel PDKê bi dawî bibin û YNK ciddî ye. Lewre niha alozî û qeyranên mezin bi ser Herêma Kurdistanê de hatine.