Sibe şûnde parlamenter dikarin bi tejî kirina formekî ve malnişîniyê red bikin Sibe şûnde parlamenter dikarin bi tejî kirina formekî ve malnişîniyê red bikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sibe şûnde parlamenter dikarin bi tejî kirina formekî ve malnişîniyê red bikin

BasNews – Rêveberiya ragehandina Parlamentoya Kurdistanê dema destpê kirina tejî kirina forma red kirina malnişîniya parlamenteran aşkera kir.

Rêveberê ragehandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed ji BasNewsê re ragehand, sibe 01.07.2020ê şûnde tejî kirina forma red kirina malnişîniya parlamenteran destpê dike û dê mehekê li berdest be.

Herwaha diyar kir: ‘’Tejî kirina formê de herkesek bi dilê xwe ye, parlamenterên vê demê û demên berê dikarin formê tejî bikin.’’ Û got: ‘’Bo tejî kirina formê divê biçin dîwan û beşa yasayî ya Parlamentoyê, formê dikarin li wê derê tejî bikin.’’