Hunermend Elî Dêrsimî albomeka nû derxist Hunermend Elî Dêrsimî albomeka nû derxist
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hunermend Elî Dêrsimî albomeka nû derxist

Stranên wê albomê akustîk in

BasNews - Hunermendê nû yê kurd Elî Dêrsimî albomeka nû derxist. Alboma wî ya nû, akustîk e.

Hunermendê nû yê kurd Elî Dêrsimî, albomeka nû derxist. Elî Dêrsimê li ser alboma xwe ya nû ji BasNewsê re got, di alboma min ya de sê stran hene ku du ji wan bi şêwezarê Zazakî (Kirmanckî) ne û yek jî bi Kurmancî ye. Naveroka her sê stranan jî, evînî ye.

Wî hunermendê Bakûrî da zanîn ku navê stranên di albomê de "Şev Tarî", "Derdê Giran" û "Ezu Tû" ne. Têkstên her sê stranan ji aliyê Elî Dêrsimî ve hatine nivîsandin û awaz jî her wî bi xwe daniye. Wêne û dîmenên kilîban jî ji aliyê wî ve hatine kişandin.

 Elî Dêrsimî di heyama 4 mehan de alboma xwe nû xilas kiriye. Navê wî yê rast Elî Înanir e û sala 1982 li bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistan ji dayik bûye. Dema 10 salan e karê hunerî dike û sala 2019 yekem alboma xwe bi navê "Zerrî Dej" belav kir. Ji bilî alboman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videokilîb jî belav kiriye.

 

Strana “Derdê Giran” ji kilîba nû ya Elî Dêrsimî: