Kerkûk…Jineke pêketiya vîrusa korona bi awayî xwezayî li nexwaşxaneyê zaroka xwe welidand Kerkûk…Jineke pêketiya vîrusa korona bi awayî xwezayî li nexwaşxaneyê zaroka xwe welidand
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kerkûk…Jineke pêketiya vîrusa korona bi awayî xwezayî li nexwaşxaneyê zaroka xwe welidand

Diyarî Ehmed

BasNews – Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê aşkera kir, îro 30.06.2020ê jineke pêketiya vîrusa korona bi awayekî xwezayî li nexwaşxaneya Kerkûkê zarokek welidandiye û piştî testan derketiye ku zarok ne pêketiyê vîrusa koronaye.

Îro berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Kerkûkê jinek pêketiyê vîrusa korona bi awayekî xwezayî zarokê xwe welidand û piştî 48 demjimêran kontrol û test bo wî zarokî hatin kirin û aşkera bû zarok ne helgirê vîrusa koronaye û tenduristiya wî başe.’’

Herwaha got: ‘’Çend rojên borî de jineke din a pêketiyê vîrusa korona li Kerkûkê bi emeliyatê zarokê wê çêbû û heta naha du jinên pêketiyên koronayê li nexwaşxaneyê zarokên xwe jî welidandine.’’