Îran – 147 kesên din bi Koronayê mirin û rewşa zêdetirî 3 hezar nexweşan jî xirab e Îran – 147 kesên din bi Koronayê mirin û rewşa zêdetirî 3 hezar nexweşan jî xirab e
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îran – 147 kesên din bi Koronayê mirin û rewşa zêdetirî 3 hezar nexweşan jî xirab e

BasNews – Li Îranê 147 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2400 kesên din jî pê ketin.

Berdevka wezareta tenduristiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 457 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 227 hezar û 662 kesan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 147 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyên Koronayê gihîştiye 10 hezar û 817 kesan.

Li gorî amarên fermî, heta niha 188 hezar û 758 nexweşên Koronayê li Îranê baş bûne û rewşa 3 hezar û 49 nexweşan jî xirab e.