Li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa korona ketin Li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa korona ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa korona ketin

Heme Perêşan

BasNews – Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 9 hezar kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 30.06.2020ê li Rûsyayê 6 hezar û 693 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyan li wî welatî bi giştî geheştiye 647 hezar û 849 kesan.

Herwaha li Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de 154 kesên din jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheşt 9 hezar û 320 kesan.

Li Rûsyayê 412 hezar û 650 kes jî baş bûne û ji vîrusa korona rizgar bûne.