Em Çawa Dikarin Weha Bi Berdewamî Li Hev Nekin. Em Çawa Dikarin Weha Bi Berdewamî Li Hev Nekin.
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Em Çawa Dikarin Weha Bi Berdewamî Li Hev Nekin.

Alan Pîrê

Ji ber ku gelek pirsgirêkên me hene û em nizanin bê em ê ji kîjanê ji wan dest pê bikin, ji bo xatirê ku em wê çareser bikin, û di zûtirîn dem de êdî dest bi çareserkirina pirsgirêka dîtir bikin, em mane sekinî. Em hîn didin û distînin û em negihane ti encaman, ji ber ku em nikarin dest bi çareserkirina pirsgirêka din bikin, em mane sekinî! Lê heger li ser ya di nav lepê me de mabe, ew hêsan e kengî be em ê wê çareser bikin.

Her tiştî di cihê xwe de dihêlin û diçin xwe bi tiştin din ve mijûl dikin, digerin nagerin, nema ya xwe di tiştekî de dibînin. Ji wan werê ku zora wan çûye, lê ew bi xwe hîn li ser xwe û di destpêka destpêkan de ne, û nêzîkayê li dawîya berî dawîya xwe jî kirine. Lê çilo dikin û çawa lê dixin ji wan re li hev nayê û tiştên ku dixwazin bikin naçin serî.

Demekê bêhna xwe bi şer û pevçûnên biçûk derdixin, û têr çêr û xeberan ji hev re didin, û biçekî bi dest û lingan jî radibin hev, poz û devên hev tijî tif û xwîn dikin. Ji niv re hin ji wan biaqiltir tên û wan li hev tînin, û dihêlin ku xwedîyên wan dev û pozên werimî û şikestî maçî hev bikin, û li hev bên, û vegerin cîran, meriv û destbirak.

Çi bibe, mezin be biçûk be, bawer nakin ku bilezînin û çîrokeke mezin jê çêbikin, û li hawîrdora xwe belav bikin, û bigihên kê jî behs bikin. Çima? kesek nizane, ji ber ku ev mirovên han, mirovên vî welatê seyr û kesnedî bi xwe ji karvedanên xwe li himber hevûdin matmayî dimînin.

Fîşekek biteqe, bazdidin û dibêjin şerekî mezin dest pê kir, û hatin me qir bikin. Jinikek zaroka wê ji ber diçe, dikin hawar û gazî, werin bi me ve, em qelê bûn, em neman, zarokên me dimirin.

Bêhna me gelekî teng e, bêhna wan jî teng e, naxwazin li çavên hev binêrin, naxwazin bi navên hev bibihîzin, naxwazin rastî hev bên û silavê li hev bikin. Heya ji wan tê xwe ji ber hev didin alî, û rê li ber hev digirin.

Ji wan nayê ku biçekî li hev rûnên û li ser pirsgirêkên xwe bi bêhna fireh biaxivin û çareserîyan ji pirsgirêkên xwe re peyda bikin. Nikarin çavên xwe li ser şaşîtîyên xwe negirin, û bi hev re gelekî rast û durist bin. Ji wan nayê, nikarin!