Lahor Cengî maskeyê xwe rakir û bi aşkerayî bangeşeya hilweşandina herêma Kurdistanê dike Lahor Cengî maskeyê xwe rakir û bi aşkerayî bangeşeya hilweşandina herêma Kurdistanê dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Lahor Cengî maskeyê xwe rakir û bi aşkerayî bangeşeya hilweşandina herêma Kurdistanê dike

BasNews – Lahor Cengî yê serdestê taxima xwefiroş ê 16ê cotmeha 2017ê yê YNKê, maskeya xwe datîne ku li ser rûyê wî bû û bi zimanên parlamenterên wek Soran Omer û Serkewt Şemsedîn ku nav xelkê de ti hesabek bo wan û gotinên wan nedihate kirin, bangeşeya hilweşandina herêma Kurdistanê dikir, lê naha di çapemeniya xwe de bi aşkerayî bixwe wê bangeşeyê dikin ku herêma Kurdistanê bê hilweşandin.

Piştî îro 28.06.2020ê BasNewsê aşkera kir, derveyî taxima xiyanetkarên Lahor Cengî zêdetir nav YNKê de ti baskek piştevaniyê li daxwazên Soran Omer nake. Lahor Cengî dawî bi xwe veşartina di bin navê Soran Omer de anî û vê care di çapemeniya xwe de gotarek bi nave Huner Tofîq ê serpereştyarê mala Sindî li Silêmaniyê belav kir, ku kesekî pir nêzîk Lahor Cengî tê pênase kirin û ti gotinekî jî bê serdestiya taxima xwefiroş belav nake.

Huner Tofîq çend bahane anîn pêş û bi gotina wî eger li herêma Kurdistanê kêmasî hebin, wê demê jê re nayê gotin pêkhate û hebûn û hilweşandina wê wek yek e.

Li gor çavdêran jî hewldana Lahor Cengî û taxima xiyanetkar û darûdesteyên wî bo hilweşandina herêma Kurdistanê di demekî de ye ku ew bi saya wê qaçaxçîtiya li herêma Kurdistanê dike ve, ji xwedî restaurantekî li Londonê bûn xwedî pareyekî gelek mezin li Kurdistanê û bi dehan kanal û saziyên çapemeniyê û malper damezrandin.