Parlamenterekî PDKê: Soran Omer sîxure û ji yasayê ditirse Parlamenterekî PDKê: Soran Omer sîxure û ji yasayê ditirse
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamenterekî PDKê: Soran Omer sîxure û ji yasayê ditirse

Geşbîn Hewlêrî

BasNews – Endamekî fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ragehand Soran Omer sîxure û ji yasayê ditirse û nikare biryarê li ser çarenivîsa herêma Kurdistanê bide. Ji ber xelkê Kurdistanê û PDK biryar derbarê çarenivîsa xwe de didin.

Îro 26.06.2020ê endamê fraksiyona Komela Îslamiya Kurdistanê Soran Omer li Parlamentoya Kurdistanê li nivîsekî de daxwaz dike, em hemû pêkve kar bikin bo hilweşandina pêkhateya herêma Kurdistanê.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî jî ragehand: ‘’Ew gotinên Soran Omer dike, nêrîna wî ye û divê bizane hilweşandina herêma Kurdistanê karekî dest Soran Omer de nîne, yan jî her çi dest û taxim û axayek li pişt Soran Omer be, ew jî wê rastiyê baş dizane, lê ji tirsa çûna pêşberî dadgehê hemû gotinekî dike.’’

Herwaha diyar kir, Soran Omer hest bi wê yekê nake gotinên wî çend bandorê li ser xelkê Kurdistanê dibin. ‘’Wisa dizane mijara sîxuriya herêmî û navxweye û xelk herwaha dê li ser xeta wî govendê bigre. Herkesek baş dizane Soran Omer kiye? Çi kiriye? Û ji ber çi tometbare?’’

Endamê PDKê teqez kir xelkê Kurdistanê û aliyên Kurdistanî yên niştimanperwer û PDK biryar li ser çarenivîsa herêma Kurdistanê didin. ‘’Ne ku Soran Omer ê sîxur û ji yasayan ditirse.’’