Umêd Xoşnaw: Ji 2yê meha Tîrmehê ve dê dest bi cîhbicîh kirina yasaya çaksaziyê bê kirin Umêd Xoşnaw: Ji 2yê meha Tîrmehê ve dê dest bi cîhbicîh kirina yasaya çaksaziyê bê kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Umêd Xoşnaw: Ji 2yê meha Tîrmehê ve dê dest bi cîhbicîh kirina yasaya çaksaziyê bê kirin

BasNews – Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê aşkera kir, ji destpêka meha bê ve dê dest bi cîhbicîh kirina yasaya çaksaziyê bê kirin.

Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî hemû parlamento 14 rojan di karantînayê de ma, ji ber endamekî parlamentoyê û çend karmendek bi vîrusa koronayê ketibûn, bi keyfxweşî ve dibêjim rewşa tenduristiya wan başe. Tedbîr hatine girtin, ji aliyê paqij kirina avahiya parlamentoyê ve. Ji îro û pê de dewama asayî ya parlamentoyê destpê dike. Desteya serokatiya parlamentoyê jî îro civiya. Hêvîdarim demekî her zû û kurt de civîna serokên fraksiyonan pêkbê.’’

Herwaha got, li gor wan ti sedemek tineye bo ragirtina karên parlamentoyê. Ji ber gelek daxwaz ji serokatiya parlamentoyê re hatine pêşkeş kirin, ku nav wan de daxwazên lijneya Pêşmerge jî heye û metirsiya serhildana DAIŞê heye, daxwaza lijneya navçeyên Kurdistanî heye ku hatiye daxwaz kirin rewşa sînorê wan navçeyan bê aram kirin. Pêwîste mijara deynan û mûçeyên fermanberan li parlamentoyê bê behs kirin, herwaha derveyî wê jî guftûgoyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Umêd Xoşnaw got, yasaya çaksaziyê dê 2yê meha pêş ango Tîrmehê ve bikeve warê cîhbicîhbûnê. Ji ber wê ‘’Divê parlamento bi hûrî çavdêriyê bike, di yasayê de hatiye gotin ku sê meh carekî hikûmet raporta xwe ya vê derbarê de bide parlamentoyê, bo çavdêriya hemû wan pirsan, giringe parlamento rola xwe bibîne.’’

Herwaha got, hikûmetê tedbîrên cîhbicîh kirina yasayê temam kiriye.