Idrîs Hiso
Li Tirkiyê, welatê ku li ser terorkirina netewe û miletên deverê avabûye, bi tenê tu Kurd bî, têra wê yekê dike ku tu bibî hedef û were kuştin.
Dibe ku tu bi Kurdî neaxivî, lê tu ji yek ji deverên Kurdistanê be û tu Kurd bî, dîsa eger heye tu bê kuştin û piştî çend rojan dadgehên Tirkiyê wê bêjin bikerên vê bûyera kuştinê reviyane û me nikarî wan bigrin.
Dibe ku navê te bi Tirkî be, lê tu li stranek Kurdî guhdar bikî, çend xortên Tirk ku berî niha di dibistanan de û li civînên dezgehên siyasî û istixbaratan li ser wê yekê ku li Tirkiyê her kesê ne Tirk be divê were kuştin an jî bişaftin, hatibin perwerde kirin, te bikujin.
Roja 01.06.2020an dema Bariş, ku bi Kurdî wateya Aştî dide, li hin stranên Kurdî guhdarî dikir, ji aliyê çend xortên terorîstên Tirk bi kêran hate kuştin.
Di axaftina kesûkarên Bariş de ev yek xweş diyar bû, lê piştî ew kesûkarên wî ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin û rastî guvaş û hereşeyê hatin, êdî îfadeya xwe guherîn û dibêjin, di dema banga melê de, kurê me li stranan bi dengekî bilind guhdarî dikir, ev jî bû sedema kuştina wî?! Û hin sînaryoyên din.
Karmendên dewleta Tirkiyê û istixbaratên wê dizanin bê çima kesûkarên Bariş di bin guvaşa kuştinê de neçar dikin kuştina xortê xwe bi banga melê ve girêdin, ew xweş dizanin bê çi dikin.
Heger xortekî Tirk bi vî şêweyî ji aliyî hin xortên Kurdan ve bihata kuştin?
Gelo heger xortekî Tirk bi sedema guhdarîkirinê li stranên Tirkî li Amedê bihata Kuştin, dê hikûmeta AKPê çi bigota û wê çi kiriba?
Wê herî kêm bajar dorpêç kiriba û leşkerên xwe yên terorîst berdana nava bajêr da ku kuştin û talanê bikin, ji ber di mejiyê Tirkan de hatiye çandin ku heta Tirkiyê bimîne sax divê Kurd û Kurdistan bimrin.
Kuştina Bariş, ne bûyera pêşî ye û ne wê bibe ya dawî, armanca Tirkiyê ew e ku Kurdan qir bike, û kuştina Bariş jî hewldanên qirkirina ziman, çand û hebûna Kurdan e.
Helwêstên partiyên Tirkan derew in
Gotinên partiyên Tirk û daxuyaniyên wan li ser vê bûyera terorîst, ku ew xortê Kurd ne bi niyazeke nijadperistî hatiye Kuştin hemû derew, durûtî, pêkenîn û sivikayî ye bi xwîna xortê Kurd û xwîna Kurdan bi tevahî.
Bi Kuştina Bariş bi vî şêweyê hovane, an jî bi vî şêweyî Tirkî, ji ber kes li ser zemînê nîne kuştinê bi şêweyên qirêj yên Tirkan bike, Tirk dixwazin ji Kurdan re bêjin divê hûn ji îro pêve êdî bes li stranên Kurdî jî guhdarî bikin.
Biratî bi Tirkan re nabe
Heta ku kujerê Apê Mûsa û Şewket Epozdemir û bi hezaran qurbaniyên wek wan neyên naskirin, heta ku Kurdistan ji aliyê Tikriyê ve bindest û dagîrkirî be, dê berdewam xwîna Kurdan bi erzanî were rijandin û namûsa Kurdan were binpêkirin, û zimanê wan were bişaftin.
Biratî bi Tirkan re nabe, lewma çi kes û aliyên ku daxwaza biratiyê bi Tirkan re dikin di xwîna Bariş û qurbaniyên mîna wî de beşdar in.
Tirkiyê bi şêweyekî sîstematîk Kurdan dikuje
Heger niyaza wî polîsê Amerîkî ew bû ku wî welatiyê çerimreş bikkuje, lê rêbaz û sîstema Amerîkî li dijî vî şêweyê mameleyê ne, û kujerê Corc Floyid dê were dadgeh kirin û sizeya xwe bibîne, lê li Tirkiyê bi hezaran doseyên wek doseya kuştina Bariş hatine veşartin û bi şêweyekî sîstematîk, mafê qurbaniya eşkere tê xwarin û kujer serbest kuştina xwe li kolanên bajarên Kurdistanê dikin.
_________________________________________________________________________________________________________________
04.06.2020
*Roja 01.06.2020 ji ber ku xortê Kurd Bariş li stranên Kurdî guhdar dikir, li Enqera ji aliyê hejmareke nijadperstên Tirk ve bi kêran (çeqo) hete kuştin.
Piştre jî di bin hereşe û fişarê de kesûkarên Bariş û bavê wî îfadeya xwe guhrîne û gotine di dema banga melê de, kurê wan ji aliyê sê xortên mey vexwarî re gotiye dengê stranên xwe daxin, bi vê sedemê wan xortan kurê me kuştiye.
Hin sînroyên din jî têne gotin, lê ya tekez ew e ku Tirkiyê dixwaze bide xuyakirin ku Bariş ne bi niyazên nijadperistî hatiye kuştin.