Germiyan…2 kesên ku xwestin 7 pezkoviyan veguhêzin cîheke din hatin girtin Germiyan…2 kesên ku xwestin 7 pezkoviyan veguhêzin cîheke din hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Germiyan…2 kesên ku xwestin 7 pezkoviyan veguhêzin cîheke din hatin girtin

Cotyar Kelarî

BasNews – Îro 03.06.2020ê di rêya navbera Kelar a navenda îdareya Germiyanê û bajarê Derbendîxanê de 2 kes hatin girtin, ku dixwestin 7 pezkoviyan bbiin derveyî Kelarê.

Berdevkê rêveberiya polîsê daristan û jîngeya Germiyanê Serkewt Rehîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro li rawestgeha Berlûtî ya navbera bajarê Kelar û Derbendîxanê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve du kes hatin girtin ku 7 pezkovî li gel wan bûn û dixwastin bibin derveyî Kelarê.’’

Herwaha got: ‘’Ew du kesane ku hatin girtin xelkê bajarokê Rizgarî ya ser bi Kelarê ne û li gor gotinên wan bixwe ew pezkovî kirîne.’’

Berdevkê rêveberiya polîsê daristan û jîngeya Germiyanê ragehand: ‘’Her îro derbarê wan her du kesane de lêkolîn û lêpirsîn hate vekirin û emê hemû hewldanên xwe bihêz bikin û rê nadin bazirganiya pezkovî û sewal û baskdaran bê kirin.’’