BasNews. Seyemîn fîlmê sînemayî yê derhêner Tûric Eslanî yê bi navê "Bêniştiman" ku gelek akterên ji Tirkiye, Sûriyê, Iraq û Herêma Kurdistanê tê da cîh digirin di qonaxa dawî ya teknîkî de ye.
Îro roja sêşemê 02.06.2020an Rêveberê Ragihandina Fîlmê Sînemayî yê “Bêniştman/ Landless Mensûrê Cîhanî di daxuyaniyekê de aşkere kir fîlmê derhênerê û sînemakarê kurd “Tûric Esllanî û yê li Iraq, bajarên weke Silêmanî, Helebce yê Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin di qonaxa dawî ya teknîkî da ye.
Fîlmê sînemayî yê bi navê “Bêniştman" sêyemîn fîlmê derhênerê kurd Tûric Eslanî ye û di vî fîlmê de gelek hunermendên ji Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Herêma Kurdistanê tê de cîh digirin û fîlm bi zimanên weke kurdî, tirkî, erebî û farsî hatiye tomarkirin.
Derhêner Tûric Esllanî bi salane beşdarî festîvalên cûrbecûr ê navdewletî dibe û heta niha gelek xelatên girîng li ser asta cihanê bidestxistine. Derhêner Eslanî, heta niha bi navên"Barhellgirîy Zêrr/Gold Runner " û “Cîngo/ GINKGO” dest bi tomarkrina fîlmê “Bêniştiman" kiriye.
Heta niha fîlmên "Cîngo/GINKGO” û "Barhellgirîy Zêrr/Gold Runner " yên derhêner Tûrec Esllanî di festîvalên Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê û li festîvalên fîlman ê Hindistanê de hatine pêşandan û çend xelat wergirtine.