Tenduristiya Bexdayê: Dibe ku rojane hezar kes li Bexdayê bi vîrusa korona bikeve Tenduristiya Bexdayê: Dibe ku rojane hezar kes li Bexdayê bi vîrusa korona bikeve
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tenduristiya Bexdayê: Dibe ku rojane hezar kes li Bexdayê bi vîrusa korona bikeve

Herman Xalîd

BasNews – Fermangeha tenduristiya Resafe ya li paytexta Iraqê Bexdayê, pêşbîniya wê yekê dike ku li bajar hejmara pêketiyên vîrusa koronayê rojane bigehe hezar kesan.

Îro 02.06.2020ê Berpirsê tenduristiya giştî li fermangeha tenduristiya Resafe Elî Tahîr ji rojnamevanan re ragehand, qedexeya hatûçûnê li Bexdayê bo 14 rojane, ku ji destpêka cejna Remezanê ve destpê kiribû.

Elî Tahîr pêşbînî jî kir rewşa vîrusa koronayê li Bexdayê dibe bigehe astekî ku rojane hezar kes ber vîrusa koronayê bikevin, ji ber hejmara test û kontrolan jî tê zêde kirin û hejmara cîhê test û ceribandinan jî tên zêde kirin.

Ew daxuyaniya wî berpirsê tenduristiya Bexdayê nîşaneyeke ku hebûna hejmarekî zêde ya pêketiyên vîrusa korona li Bexdayê heye. Lê ji ber hejmara testan kême, hejmara pêketiyan jî bi awayekî berçav zêde nebûye.