Parêzerek: Divê Şasiwar were dadgehîkirin Parêzerek: Divê Şasiwar were dadgehîkirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parêzerek: Divê Şasiwar were dadgehîkirin

BasNews – Parêzerek dibêje, ji ber ku bazirganê kurd û deyndarê hikûmetê Şasiwar Ebdulwahîd tenduristiya giştî bo berjewendiyên xwe bikar aniye, divê were dadgehîkirin.

Parêzer Hêriş Cewher ji BasNewsê re got, rewşa ku niha li Kurdistanê heye, hinek kes dixwazin bi curekî mifayê jê bibînin.

Hêriş Cewher her wiha got, yek ji wan kesan Şasiwar Ebdulwahîd e. Ew di hilbijartinan de şikest ji ber wê jî dixwaze vê yekê qerebû bike. Ew dixwaze vê yekê bi rêka çêkirina astengiyan li hember pilana hikûmetê bo reforman û tedbîrên hikûmetê li hember belavbûna vîrusa Koronayê bike.

Wî parêzerî anî ziman, divê Şasiwar were dadgehîkirin ji ber ku tenduristiya giştî bo berjewendiyên xwe bikar aniye û tîne.

Bi gotina wî parêzerî, Şasiwar bazirganekî deyndarê hikûmetê ye, her gava hikûmet behsa wergirtina deynên xwe dike, ew behsa xwepêşandanê û alozkirina atmosfera siyasî dike.