Li Rûsyayê nêzîkî 9 hezar kesên din bi Koronayê ketin Li Rûsyayê nêzîkî 9 hezar kesên din bi Koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rûsyayê nêzîkî 9 hezar kesên din bi Koronayê ketin

BasNews – Li Rûsyayê 182 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kes jî pê ketin.

Hikûmeta Rûsyayê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 863 kes bi vîrusa Koronayê ketin û hejmara pêketiyan gihîşt 423 hezar û 741 kesan.

Li gorî amarên han, ji duhî de li Rûsya 182 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 37 kesan. Heta niha 186 hezar û 985 nexweş jî baş bûne.