Li Duhokê du pêketiyên vîrusa koronayê baş bûn Li Duhokê du pêketiyên vîrusa koronayê baş bûn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Duhokê du pêketiyên vîrusa koronayê baş bûn

Heme Perêşan

BasNews – Rêveberiya giştî ya tenduristiya Duhokê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir, ku li Duhokê du pêketiyên vîrusa korona baş bûne.

Îro 02.06.2020ê rêveberiya giştî ya tenduristiya Duhokê daxuyaniyekî de ragehand, ‘’Li Duhokê 2 pêketiyên vîrusa korona baş bûne û her du pêketî jî rûniştvanên qeza Akrê ne.’’

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa korona li Herêma Kurdistanê, demjimêr 18:00ê êvara duh 01.06.2020ê û şûnde qedexeya hatûçûnê li hemû parêzgehên herêma Kurdistanê destpê kir.