Dozgeriya giştî ya Kurdistanê: Yên ku welatiyan di mijara Koronayê de sar dikin, dê bên sizadan Dozgeriya giştî ya Kurdistanê: Yên ku welatiyan di mijara Koronayê de sar dikin, dê bên sizadan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dozgeriya giştî ya Kurdistanê: Yên ku welatiyan di mijara Koronayê de sar dikin, dê bên sizadan

BasNews – Dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, her kesê ku welatiyan ji şîretên tenduristiyê û metirsiyên vîrusa Koronayê sar bike, dê were sizadan.

Berdevkê dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê, dadwer Piştîvan Simko ji BasNewsê re got, girtina tedbîrên xweparêziyê û şîretên tenduristiyê, bo parastina tenduristiya welatiyan e. Her kesê ku li dijî vê yekê derkeve û metirsiyên Koronayê sivik û biçûk nîşan bide, dê were sizadan.

Piştîvan Simko her wiha got, dozgeriya giştî li hember parastina jiyan û tenduristiya giştî berpirsiyar e, ji ber wê jî ew kesên ku di nav welatiyan de belav bikin ku qaşo vîrusa Koronayê nîne, dê bên sizadan.

Berdevkê dozgeriya giştî ya Kurdistanê bang li welatiyan jî kir, her kesê ku wan di mijara xweparastin û bicîhanîna şîretên tenduristiyê de sar dike, dozgeriya giştî agahdar bikin.

Bi gotina wî dadwerî, ew kesên ku di mijara han de sûcdar bên dîtin, sizayê wan hem girtin e hem jî sizaya dirav e ku ji milyonek dînar dest pê dike heta 5 milyon dînaran diçe. Girtin jî ji 6 mehan dest pê dike heta 5 salan diçe.