BasNews – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakûrê Kurdistanê, otomobîleka serbazî wergeriya, herî kêm 2 serbazan can dan.
Şeva borî otomobîleka serbazî ya artêşa Tirkiyê li ser rêka di navbera bajarê Sêrtê û bajarokê Perwariyê wergeriya.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de herî kêm 2 serbaz mirin û 7 serbaz jî birîndar bûn.