Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir 12 kesên din li sînorê Germiyanê bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta Tendrusiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn di encama pişkinînên bo gumanbarên nexweşiya vîrusa Koronayê li îdareya sînorê Germiyanê 12 berketiyên nû yên Koronayê hatine tomarkirin.
7 ji berketiyan jin û 5 kes jê ji keçên ciwan in. Herwiha berketiyek ji Bexdayê vegeriyaye û berketiyên din ê Koronayê jî xelkê Germiyanê ne. 6 kes jê xelkê Kifrîyê ne. 4 kes jê ji Kelarê ne û berketiyekî din jî ji Tikrîtê ye.