BasNews- Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelatiyan bi biryara qedexeya hatûçûnê girîng e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û di wê peyama xwe da ragihand:”Niha ku qedexeya hatûçûnê bo maweya 6 rojan li seranserî Herêma Kurdistanê dikeve warê cîbicîkirinê. Ev biryar di çarçoveya parastina tendrustiya me ye, e jî ji ber zêdebûna jimara berketiyên ber bi çav a Koronayê.”
Herwiha Serokwezîr Barzanî aşkere jî kir giring e xelk pabendî biryarê bin û bi şêweyeke berdewam tedbirên tendirustiyê li berçavan bigirîn."
Wezareta Navxwe îro roja duşemê 01.06.2020an saet 18:00an heta roja şemiyê 06.06.2020an qedexeta hatinûçûnê ragihand.