Herman Xalîd
BasNews – 5 guleyên hewanê li bajarokê Rutbe ya li rojavayê parêzgeha Enbar a Iraqê ketin.
Çapemeniya Iraqê ragehand, îro 01.06.2020ê 5 guleyên hewanê li navenda bajarokê Rutbe ketine, lê ti ziyanekî canî çênebûye.
Li gor heman çapemeniya Iraqê behs dike, 5 guleyên hewanê ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatine avêtin, ku du ji wan li navçeyekî çolistana wî bajarokî ketine xwar û sê gule jî neteqiyane.