BasNews – Li devera Dûbiz ya Kerkûkê, li sê gundan agir berdan zeviyên kurdan.
Berdevkê qaymeqamê bajarokê Dûbiz, Welîd Hemdanî ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê agir berdane zeviyên gundên Qutan, Elî Mehmûd û Meyselûn û bi dehan donim zevî şewitandine.
Berdevkê qaymeqamê Dûbiz da zanîn, terorîstên DAIŞê agir berdidin zeviyên welatiyan, li ser rêka wan jî bomban datînin da ku nekaribin agir vemirînin!