BasNews – Beşek ji erebên Kerkûkê bang li serokê hikûmeta Iraqê kirin parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî li ser kar dûr bixe û li şûna wî yekî bê alî destnîşan bike.
Hevpeymaniya siyasî ya bi navê “eniya yekgirtî ya erebî”, beşek mezin ji erebên Kerkûkê di nav de ne, daxuyaniyek li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Rakan Cibûrî kesekî gendel e û tenê mirovên xwe îstixdam dike. Ji ber wê jî ew wî qebûl nakin.
Eniya yekgirtî ya erebî bang li serokê hikûmeta Iraqê, Mistefa Kazimî kiriye Cibûrî li ser kar dûr bixîne û li şûna wî kesekî bê alî, ku bi çavekî li hemû Kerkûkiyan binêre, destnîşan bike.
Rakan Cibûrî, piştî ku Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve ji destê kurdan hat derxistin, ji aliyê Heşda Şeibî ve wek parêzgarê Kerkûkê hat sepandin.