Heme Perêşan
BasNews – Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa korona zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 31.05.2020ê li Rûsyayê 9 hezar û 268 kesên din ber vîrusa korona ketin û hejmara pêketiyan bi giştî jî li wî welatî geheşte 405 hezar û 843 kesan.
Herwaha li Rûsyayê 138 kesên din ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara miriyan li wî welatî ji ber vîrusa korona geheştiye 4 hezar û 693 kesan.
Hat ragehandin heta naha li Rûsyayê 171 hezar û 883 kesên din jî baş bûne û ji wê vîrusê xilas bûne.