Heme Perêşan
BasNews – Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 105 hezar kesan ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê heta naha 31.05.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Amerîkayê geheşt milyonek û 816 hezar û 820 kesan.
Heta naha li Amerîkayê 105 hezar û 557 kes ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û 535 hezar û 238 kes jî baş bûne.