BasNews Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir 306 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 10 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja şemiyê 30.05.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyek derabrê amarên giştî yên Koronayê de belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî 66 nexweşên Koronayê baş bûne 306 berketiyên nû hatine tomarkirin û 10 kes jî bi Koronayê mirine.
Herwiha ligor amarên dawî li Iraqê jimara nexweşên vîrusa Koronayê bûye 6.179 kes û 3.110 kes ji wan baş bûne û 195 kes jî bi Koronayê mirine.