BasNews- Rayedarekî Efxaninstanê aşkere kirine di êrîşeke tevgera Talîbanê de 7 serbazên Efxanistanê hatine kuştin.
Îro roja pêncşemê 28.05.2020an AFPê diyar kir ku di encama êrişekê 7 endamên hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê jiyana xwe ji dest da û rayedarên Efxanistanê tevgera Talîban berpirsa teqînê dibînin.
Berdevka Parêzgeha Pervanê Wehîda Şehkar da zanîn çekdaran êrişî nuqteyeke kontrolê kiriye û gelek windahiyên tevgera Talîbanê çêbûn.
Serokê polîsên li herêmê Hisên Şah diyar kir ku çekdarên Talîbanê agir berda nuqteya kontrolê û 7 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha Komîteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Efxanistanê parve kiribû ku di dema agirbesta demkî de ji sedî 80 hejmara qurbaniyan kêm bûye.