BasNews- Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Hesen Kebî ji ber zêdebûna berketiyên Koronayê daxwaza civîneke bilez kir û xwest parlemento vê rewşa belavbûna vîrusa Koronayê gotûbêj bike.
Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê Hesen Kebî daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn divê Lîjneyên Qeyranan a Parlementoya Iraqê bi serperiştiya Serokwezîr Mistefa Kazimî bilezgînî bicive.
Herwiha Hesen Kebî aşkere rewşa niha ya Iraqê weke karesateke mezin a tendirutî binav kir.
Herwiha beriya bi demekê parêzgahê Bexdayê Mihemed Cabir Eta, ji ber metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê hişyarî dabû û aşkere kiribû vîrusa Koronayê li hemû herêmên Bexdayê belav bûye û kareseteke mezin li ber deriyê wan e.