Dilêr Ebdulrehman
BasNews – Îro 27.05.2020ê êvari li taxa Goran a bajarê Kelarê, tankerekî veguhestina sotemeniyê di dema betal kirina gazê de agir berbûyê.
Rêveberê berevaniya şaristaniya Kelarê Îbrahîm Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro êvari em hatin agahdar kirin ku li taxa Goran a bajarê Kelarê agir berbûye tankerekî û tîmên me bilez geheştin cîhê bûyerê û bi alîkariya binkeyê berevaniya şaristaniya pîşesazî û şehîdan ve karîn demekî kurt de agir kontrol bikin.’’
Herwaha got: ‘’Şewat, di dema tankera veguhestina sotemeniyê gaz betal kiriye nav jeneratorekî elektrîkê de pêkhatiye.’’
Navborî got: ‘’Ji vê bûyerê me karî pêşî lê bigrin ku agir bernebe jeneratorê, herwaha metirsiya ser dukan û ew malên nêzîk wê şewatê me karî biparêzin û şewat mezin nebe.’’