Parlamenterekî YNKê hember azad kirina DAIŞiyan helwêst nîşan da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamenterekî YNKê hember azad kirina DAIŞiyan helwêst nîşan da

Lezgîn

BasNews – Parlamenterekî YNKê yê Parlamentoya Iraqê, dijî azad kirina çekdarên DAIŞê ji aliyê grubekî partiya xwe ve helwêst nîşan da.

Parlamenterê êzdî yê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Husên Hesen Nermo ji BasNewsê re ragehand, nabe tewanên terorîstên DAIŞê bi rêya eşîrtiyê ve bên veşartin.

Husên Nermo got, ew wek kurdên êzdî dijî azad kirina çekdarên DAIŞê ne. ji ber wan çekdaran tewanên komkujî û dijî miroviyê hember kurdên êzdî pêkanîne.

Husên Nermo ragehand, wan wek kurdên êzdî daxwaz kiriye, çekdarên girtî yên DAIŞê ji ber komkujî, revandin û destdirêjiya ser kurdên êzdî bên dadgeh kirin û cezayên yasayî ji wan re bên dayîn, ne ku bê dadgeh bên azad kirin.

Roja 19.05.2020ê gruba xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û hin serokên eşîretên Kerkûkê yên ereb rêkeftin bo azad kirina 176 çekdarên girtî yên DAIŞê, ku xelkê Kerkûkê bûn îmza kirin.

Roja 21.05.2020ê çekdarên DAIŞê bi 4 otobûsan û bi parastina hêzên YNKê ve ji Kerkûkê re hatin vegerandin.