Li Pakistanê balefir ser malan de ket: 97 kes mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Pakistanê balefir ser malan de ket: 97 kes mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Pakistanê balefira rêwiyan dema xwest dakeve li ser malan de ket xwarê û 97 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran ragehand ji bûyerê du kes bi silametî rizgar bûne.

Balefira rêwiyan a bi hejmara seferê ya PK-8303 de 91 rêwî û 8 karmend hebûn. Li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 57 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 2 kes jî rizgar bibûn.

Piştre rayedarên daxuyaniyekî de ragehandin hejmara kesên ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane geheştiye 97 kesan.

Serokwezîr Îmran Xan jî ser tora civakî ya twitterê ragehand, ez di şokê de me û ez pir xemgînim. Ji malbatên qurbaniyan re ez sersaxiyê dixwazim.