BasNews - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê aşkere kir, Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 rêveberên DAIŞê di êrîşeke esmanî de kuştin.
Fermandariya Navendî di daxuyaniyekê de ragihand, Ehmed Îsa Îsmaîl El Zawî û Ehmed Ebd Mihemed Hesen El Cixêfî roja 17ê vê mehê di êrîşeke esmanî ya hevbeş de li parêzgeha Dêrazorê hatin kuştin.
Daxuyaniyê diyar kir jî, El Zawî ku bi navê “Ebû Elî Bexdadî” dihat naskirin, waliyê DAIŞê li bakurê Bexdayê û berpirsê belavkirin û veguhastina arasteyên teroristî ji fermandarên DAIŞê yên mezin bo fermandarên biçûk li bakurê Bexdayê bû.
Herwiha da zanîn, El Cixêfî jî bi navê “Ebû Emar” dihat naskirin û ew berpirsê karên kojistî û îmdadê bo DAIŞê bû û herwiha ew berpirsê proseyên veguhastina çekan, bombeyan û çekdaran li seranserî Iraq û Sûriyê bû.
Her di wê derbarê de, roja 18ê vê mehê Rewanegeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, hêzên Amerîkî û bi beşdariya hêzên taybet ên HSDê ji bo desteserkirina 2 kesan li gundê Şihêl yê li rojhilatê Dêrazorê, ji esman ve operasyoneke daketina ser malên wan encam da.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Navendî, kuştina wan herdu rêveberên DAIŞê, dê di dema bê de bibe sedema kêmbûna êrîşan li ser kesên sivîl û hevpeymaniyên Hevpeymaniya Navdewletî li seranserî navçeyê.
Herwiha amaje bi wê jî da, Hevpeymaniya Navdewletî û hevpeymanên xwe li Sûriye û Iraqê berdewam in bi operasyonên xwe li dijî DAIŞê, ta rêgirî li derketina wê bê kirin.