Li Sudanê di bûyerekî hatûçûnê de 43 kes mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Sudanê di bûyerekî hatûçûnê de 43 kes mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li herêma Şangil Tobay a ser bi eyaleta Darfur a bakur a Sudanê di bûyereke hatûçûnê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya polîsê Sudanê û herwaha çavkaniyên herêmî ragehandine, li herêma Şangil Tobay a ser bi eyaleta Darfur a bakur wesayîta ku bi dehan hemwelatî tê de bûn li gel Tir ango kamyona barhelgir li hevdan û di bûyerê de 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûne.

Hat ragehandin birîndar ji nexwaşxaneya El – Faşir re hatine rakirin û rewşa hin birîndaran jî giran e.