Taxeke Akrê ji ber vîrusa korona hat karantîna kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Taxeke Akrê ji ber vîrusa korona hat karantîna kirin

BasNews – Taxeke bajarê Akrê ji ber vîrusa korona hate karantîna kirin.

Duh 22.05.2020ê êvari wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê pêketina kesekî ya bi vîrusa korona li bajarê Akrê ragehand.

Îro 23.05.2020ê ji ber têkeliya xelkê ya li taxa Bîwk li Akrê ew taxe hate karantîna kirin.

Hat ragehandin hatûçûn li wê taxê bi temamî hatiye daxistina û tîmên tenduristiyê dest bi kontrol û testan li wê taxê kirine. Bi taybet jî ew kesên ku peyvendiya wan bi wî kesê pêketiyê koronayê ve heyî testên wan tên kirin.