Bi video…Pêşmergeyekî YNKê ji kerba xiyaneta azad kirina DAIŞiyan dê dawî bi jiyana xwe bîne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi video…Pêşmergeyekî YNKê ji kerba xiyaneta azad kirina DAIŞiyan dê dawî bi jiyana xwe bîne

BasNews – Pêşmergeyekî YNKê ji ber kerba xiyaneta azad kirina çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê ragehand ku dê dawî bi jiyana xwe bîne.

Ew Pêşmerge di girte videoyekî ku torên civakî de belav kir, azad kirina DAIŞiyan ji aliyê rêxistina xwe ve wek xiyanet li niştiman û xwîna şehîdan pênase kir.

Di wê girte videoyê de ew Pêşmerge biryar dide berî hatina cejna Remezanê, ango berî roja 24.05.2020ê li Berderkî Sera ya Silêmaniyê xwe bişewitîne.

Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku ji ber xiyaneta beşek ji rêveberên partiya wan ew şermezarî netew û gelê xwe bûne. Ji ber wê jî bi xwe şewitandinê ve dê nerazîbûna dijî xiyanetê şermezar bike.

Roja 19.05.2020ê gruba xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û hin serokên eşîretên Kerkûkê yên ereb rêkeftin bo azad kirina 176 çekdarên girtî yên DAIŞê, ku xelkê Kerkûkê bûn îmza kirin.

Roja 21.05.2020ê çekdarên DAIŞê bi 4 otobûsan û bi parastina hêzên YNKê ve ji Kerkûkê re hatin vegerandin.