BasNews - Li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo çar rojan qedexeya derketina derve destpê kir.
Bi biryara hikûmeta Tirkiyê, li 81 parêzgehên Tirkiye û yên Bakurê Kurdistanê ji bo Cejna Remezanê qedexe hat ragihandin.
Qedexe îro 23ê Gulanê dest pê kir û dê sê rojên Cejnê 24, 25 û 26ê mehê heta nîvê şevê berdewam bike.
Di 24ê Gulanê, roja yekemîn ya cejna Remezanê de molet tê dayîn kesên jor 65 salan derkevin derve.
Wezareta Navxwe ya Tirkiye jî da xuyakirin, nêzîkî 500 hezar kesan ji bajarên mezin moleta çûna gund û bajarokên xwe wergirtine ku piraniya wan kesên bi temen in.
Ev di demekê de ye, vîrusa Korona li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pir belav bûye û heta niha hejmara kesên bi wê vîrusê ketine gihîştiye 154 hezar û 500 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 4 hezar û 276 kesan.