Duhok – Ji ber bûyerek hatûçûnê kesek mir, 6 kes birîndar bûn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Duhok – Ji ber bûyerek hatûçûnê kesek mir, 6 kes birîndar bûn

Rojhat Luqman

BasNews – Îro 23.05.2020ê serê sibehê li nahyeya Batîfa ya sînorê qeza Zaxoyê bûyereke hatûçûnê ciwanekî jiyana xwe ji dest da, 6 kesên din jî birîndar bûn.

Berdevkê rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê Azad Teha di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir: ‘’Îro demjimêr 04:00ê serê sibehê li nahyeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo, nêzîkî nexwaşxaneya Batîfa ji ber pêkhatina bûyerekî hatûçûnê ciwanekî jiyana xwe ji dest da, 6 kesên din jî birîndar bûn.’’

Herwaha got: ‘’Otomobîlekî cureya Renault ji kontrola ajokar de derdikeve û verdigehe û ji ber wê jî 7 kesan ziyan dît. Ciwanekî jiyana xwe ji dest da, 6 kesên din birîndar bûn.’’