Salih Muslim: Em bi hêvîne li gel ENKSê protokolekî îmza bikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Salih Muslim: Em bi hêvîne li gel ENKSê protokolekî îmza bikin

BasNews – Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PYDê  Salih Muslim radigihîne, ku  civînên wan li gel ENKSê baş birêve çûne, lê heta niha ti rêkeftin di navbera wan de nehatiye îmza kirin.

Demek e bi navbênkariya Amerîka û hevkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hevdîtin û danûstandinên bo geheştina bi yekrêziya navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) birêve diçin.

Di derbarê encamên wan danûstandinan de, Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PYDê  Salih Muslim ji K24 re ragihand, hemû partî di wan hevdîtinan de ne, ew wek PYD jî yek ji wan partiyan in, ew partî bigihin çi biryarê, ew pê re dibin.

Salih Muslim got, hevdîtin ji bo avakirina baweriyê bû. Ew bi hev re gihiştine encamên baş, lê heta naha ti rêkeftin nehatine îmza kirin.