Roja yekşemê yekem roja cejna Remezanê ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Roja yekşemê yekem roja cejna Remezanê ye

BasNews- Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê êvara îro roja înê 22.05.2020an ragihand ku roja yekşemê yekem roja cejna Remezanê ye li Herêma Kurdistanê.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku roja  yekşemê (24.05.2020) weke yekem roja cejna Remezanê hatiye diyarkirin.

Di wê konferansa rojnamevanî de tekezî li ser wê hat kirin ku Lîjneya Dîtina Heyvê îro kom bû û di wê civînê de biryar hatiye dayîn ku roja yekşemê yekem roja cejna Remezanê be.

Wezareta Ewqaf Ayînî, diyar jî kir roja şemiyê 23.05.2020an meha Remezanê bi dawî dibe.

Wezareta Ewqaf û Ayînî  herwiha cejna Remezanê li musilmanên Kurdistanê û cîhanê jî pîroz kir.