BasNews- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di maweyê 24 demjimêran de 27 kesên din bi Koronayê mirine û 952 kes jî bi Koronayê ketine.
Îro roja înê 22.05.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser Twîtterê dawîn amarên qurbanî û pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê aşkere kir.
Fahrettîn Koca da zanîn 24 demjimêrên dawî de 952 berketiyên din bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 hatine tomarkirin û herwiha 27 kes jî mirine û 1,121 kes jî baş bûne.
Herwiha ligor amarên dawî yên Fahrettîn Koca aşkere kirine li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, heta niha 154,500 kes bi Koronayê ketine û 116,111 kes baş bûne û 4,276 kes jî mirine.