Bo 175 salîya bingehdarê edebîyeta qazaxan (1845-1904) Bo 175 salîya bingehdarê edebîyeta qazaxan (1845-1904)
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bo 175 salîya bingehdarê edebîyeta qazaxan (1845-1904)

Zaneyê edebîyeta hemcihanê, herwiha zaneyê edebîyeta qazaxî

û edebîyeta kurdî profêsor Kinyazê Îbrahîm,

ku mamostayê Zanîngeha Almatîyê ya ser navê Abay e,

rûpelên nû derheqa pevgirêdanên edebîyeta kurdan

bi edebîyeta miletên din ra raberî me dike,

ku wana çawa tesîreke erênî li ser pêşketina edebîyeta hevdu kirine.

 

Tesîra Abay Kûnanbayûlî li ser edebîyeta kurdî

Dr. Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Pevgirêdanên berfireh di navbera miletan da – tradîsyoneke edebîyeta qazaxan e, ya ku di nava gelek sedsalan da bi saya pêwendî û hevkarîya bi wêje û çanda Roavayê û Rohilatê ra, serketinên wan yên di hêla edebîyetê da dewlemendtir bû û wê jî di hindava xwe da edebîyeta wan dewlemendtir kir. Û, femdarî ye, ku îro edebîyeta qazaxan bêy pevgirêdanên bi wêjeya welatên dûr û nêzîk wê nikaribûye bi awayekî serketî pêş biketa.

Îro miletê qazax hewil dide karekî giring pêk bîne: hemû gelên li Qazaxistanê dijîn li dora xwe bicivîne û tevaya hereketê wan bo pêkanîna wan pirsdanînan bide xebatê, ku ber civakê sekinîne. Keda edebîyetê di karê pêşketina pêwendîyên dostanîyê di navbera miletan da pir e.

Di vî karê pîroz da keda ronahîdar û xunedarê gelê qazax Abay bêhempa ye. ”Gotinên xîretkêşîyê” – nimûneyeke pevgirêdanên edebîyeta miletîyê ye bi pêşketinên edebîyeta hemcihanê ra, ji ber ku ew bingehê pêşketina tevaya edebîyeta Qazaxistana pirnetewe ye.

Efrandarîya Abay – ew ne tenê îzbata serketina edebîyetê ye, lê herwiha nîşana pêşketina çanda qazaxan e, ya ku rê ber miletên komarê vedike bona pêşxistina edebîyeta xwe. Wergera çend beşên ”Gotinên xîretkêşîyê” ser zimanê kurdî bo me serketin û serbilindîyeke mezin bû.

Di berhemên helbestvanên kurdên Qazaxistanê Barîyê Bala, Hesen Hecîsilêman, Mecîtê Silêman da gelek nîşanên pevgirêdanên bi efrandarîya şayîr û nivîskarên qazaxan yên klasîk û yê dema me ra hene. Efrandarîya Abay, Ş. Kûdaybêrgênov, Î. Jansûgûrov, M. Jûmbayêv, M. Mûkatayev, O. Sûlêymanov, F. Ongarsînovî, J. Moldagalîyev. K. Mîrze Alî tesîr li ser efrandarîya helbestvanên kurd kirîye. Têma derheqa hezkirina Welêt da qîmetkirina pêşîyên me, erf-edet û toreyan, tevgera bo serxwebûnê, qîmetîyên ruhanî, parastina şerefa miletîyê, perwerdekirina nisla nû bi ruhê welatparêzîyê û dostanîya gelan va, bo efrandinên wan bûne yek ji serkanîyên sereke.

Edebîyeta gelên Qazaxistanê dewlemend bû, pê ra tevayî jî ya kurdan, di wê da merdanîya milet, rengên pirawazî, êgintîya germ û gurr xuya bû. Îdêya dostanîya miletan û biratîya kêmneteweyên Qazaxistanê bû serkanîya ruhdarbûnê û, hilbet, ew yek di edebîyetê da jî cî digire û bi awayekî geş xuya dibe. Em dikarin bêjin, ku hema ew îdêya bûn, ku rêyeke ronahî ber nivîskarên miletên cuda-cuda yên Qazaxistanê vekir.

Bingehdarê edebîyeta nivîskîye nû ya qazaxan Abay Qunanbayev, ku edebîyeta erebî-farisî û çagatayê rind zaanibû, di helbestên xwe yên pêşin da gelek gotinên erebî û farisî bi aqilane dike qalibê qazaxî û bi kar tîne. Ew destanên li ser bingehê naveroka efrandinên şayîrên Rohilatê yên mezin disêwirîne. Destana wî ya binavûdeng “Eskendîr” tam di bin tesîra destana Nîzamî “Eskender-name” hatîye nivîsar. Em eynî tişt dikarin derheqa destanên din yên Abay da bêjin, wek “Azîm”, “Magsûd”, ku bi motîvên Rohilatê hatine nivîsar.

Abay bû kûrayî mîrata hosta û zaneyên Rohilata kevinare fêm dikir û qîmetekî mezin dida wan, di nav wan da Nîzamî, û wî mamostayê xwe dihesiband. Hunerê şayîrtîyê yê Nîzamî nesla şayîrên dahatû, ku nûnerên gelên akîna, jîraû bûn, herwiha ronahîdar-dêmokratên qazax ruhdar kir, ewê tesîreke mezin li ser pêşketina şayîrên xwedî kitêb, ango, yên ku bi ruhê aqilmendîya Rohilatê hatibûn perwerdekirin û bi cûrê helbestvanîya klasîk ya erebî-farisî û tirkî dinivîsîn.

Lê naskirina Nîzamî ya ji nêzîk va di dema Sovêtîyê da qewimî, dema berhemên Nîzamî bi hejmareke pir bi zimanên azerî û rûsî dihatine çapkirinê. Sersalîyên rojbûna Nîzamî, ku piranî berî roja serketina Şerê Hemcihanê yê Mezin dihatine pîrozkirinê, alî ji nêzîk va naskirina wî şayîrê xwedî aqilmendîya mezin dikir.

Min di teza xwe de behsa edebiyata me ya bedew xal bi xal nivîsandiye. Edebiyata çar perçeyên welatê me tê de heye. Min edebiyata me û ya azeriyan daye ber hev. Li gorî vê tezê em dibînin ku gelek rewşenbîr û nivîskarên mezin ên Azeriyan, li ser edebiyata kurdan nivîsandine. Di nav wan de gelek kes jî hene ku kurd in. Mesela nivîskarê Azeriyan ê mezin Nîzamî Gencewî dinivîse ku dayîka wî Kurd e. Nîzamî "qeraseyekî edebiyata dinyayê" ye. Wî bi xwe "Xemse" nivîsandiye. Xemse ji pênç berhemên mezin pêk tê. Leyla û Mecnûn, Xosrov û Şêrîn 2 ji wan in. Her wiha wî Îskendername nivîsandiye. Nîzamî di berhema xwe ya Leyla û Mecnûnê de dibêje "dayîka min kurd e û navê wê Reîse ye. Min terbiya xwe ji malxalanê xwe yê kurd dîtiye." Gava dayîka wî dimire gelek xemgîn dibe. Li ser dayîka xwe nivîsandiye, me kiriye kurdî. Lê bi azerkî dibêje: ‘Kürt kîzî anamdır/Bizi Terg ettî/Bîr ana kalbîne dünyadan gîttî/Ne geder yansa da, yaksa da ürek/Anama dîl vêren var midir görek?’ Dibêje; ‘Kürt Kizi Anam/Diya min a keça kurd.’ Jixwe dayîka wî ji bajarê Gencê, ji Êla Şedadiyan bûye. Nîzamî li tu deverî nanivîse; "bavê min faris e, an azerî ye an tirk e." Naxwe bavê wî jî kurd e û ev jî îzbat dike ku Nizami Kurd e.

Pevgirêdanên efrandarîya Abay Qunanbayev bi edebîyeta gelên Rohilatê ra pir berfireh in û derheqa vê yekê da gelek çavkanî hene. Û ev îzbatîyên ku me li jorê raberî we kirin, didine xuyakirin ka berhemên nivîskarên Rohilatê tesîreke çiqasî mezin li ser pêşketina ziman û edebîyeta qazaxan kirine.

 

Riataza