Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Hêşta metirsiya Koronayê maye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Hêşta metirsiya Koronayê maye

BasNews – Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, hêşta metirsiya Koronayê li ser Herêma Kurdistanê maye û her gava pêwîst jî bike ewê tedbîrên tund li hember wê vîrusê bigirin.

Îro wezîrên navxwe û tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê li ser rewşa dawî ya xebatên rûbirûbûna vîrusa Koronayê civîneka rojnamevaniyê li dar xistin.

Wezîrê navxwe Rêber Ehmed di civînê de got, piştî ku çend berkeftiyên nû li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hatin tomarkirin, hat dîtin ku hêşta metirsiya Koronayê li ser Kurdistanê maye.

Rêber Ehmed her wiha got, helbet hikûmet û xelkê Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de serkeftî bûn lê bo ku em bi temamî li hember vê vîrusê bi ser kevin, divê welatî zêdetir hevkariya me bikin.

Wezîrê navxwe da zanîn, ji ber hebûna metirsiya Koronayê hikûmet neçar ma rojên cejna Remezanê qedexeya derketina derve û hatinçûna navbera bajaran ragihîne û got, divê tevahiya welatiyan vê biryarê bicîh bînin û ti kes ji mal dernekeve.

Rêber Ehmed hişyarî da wan kesên ku qedexeya derketina derve binpê dikin û got, ew bên sizadan.

Wezîrê navxwe anî ziman ku eger pêwîst bike dê qedexeya derketina derve dirêj bikin û got, piştî xilasbûna wan sê rojan emê dîsa rewşê binirxînin û biryarên nû bidin.