Parlamenterek: Pêwîste parlamento li hember xiyaneta radest kirina terorîstên DAIŞê helwêst nîşan bide!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamenterek: Pêwîste parlamento li hember xiyaneta radest kirina terorîstên DAIŞê helwêst nîşan bide!

BasNews – Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike, parlamento li hember xiyaneta radest kirina terorîstên DAIŞê helwêst nîşan bide û tedbîrên pêwîst vergire.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Rizgar Îsa Siwar di gotarekî de belav kir: ‘’Piştî ku rêveberên xiyaneta 16ê cotmehê bi fermî desthilata YNKê xistin dest xwe. YNK dijatiya xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir kir. Bo nimûne li Zînî Wertê hêza dijî hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge xistin tevgerê, rêgirî kir ku wezareta Pêşmerge rol û erkê xwe li wan navçeyan bicîh bîne. Dîsa di bin navê bicîhanîn sîstema dûrketina ji navendê ve, kar bo wê yekê dike ku Silêmaniyê ji herêma Kurdistanê qut bike.’’

Herwaha got, di pêngavên herî nû de YNK di çarçoveya rêkeftina binve û xiyanetkarane ve, li gel parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê kir û zêdetir ji 170 terorîstên DAIŞê azad kir. Terorîstên hatine azad kirin destên wan di xwîna bi dehan Pêşmerge de hye. ‘’Ev pêngav YNKê derveyî bê nirx dîtina xwîna şehîdên Kurdistanê, herwaha lîstine bi hest û sozên kesûkarên şehîdan. Nîşaneyek din a metirsîdar ew e ku dest avêtina xiyaneta netewî û niştimanî waye wisa lê tê ku asayî û bê şerm û bê eyb dibe.’’

Parlamenterê PDKê dawiyê de jî dibêje: ‘’Bi tundî vê xiyaneta ku YNKê kirî ez şermezar dikim. Daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê dikim di asta vê xiyanetê de bêdeng nemîne û helwêstekî camêrane nîşan bide. Dîsa daxwaz li hikûmeta herêma Kurdistanê û welatên hevpeymaniya navnetewî ya şerê dijî DAIŞê û hemû ew navendên navnetewî jî dikim ku giringiyê ji şerê dijî terorê re didin, ku li hember vê pêngava metirsîdar a YNKê bê deng nebin û pêdeçûnên cîdî bikin. Ji ber zanyariyên piştrastkirî li ber destin, ku piraniya wan terorîstan hatine azad kirin, kesên metirsîdarin û tewanên mezin li dijî mirovahiyê pêkanîne.’’