Nirxê neftê zêde dibe  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

BasNews Êvara îro roja çarşemê 20.05.2020an nirxê nefte li bazarên cihanê bi rêjeya %4 zêde bû û bûye û bihayê bermîlekê nefte bûye 36 dolarê Amerîkayê.

Ajansa SkyNewsê belav kiriye ku nirxê yek bermîl nefta brent 36 dolar jî derbas kiriye. Herwiha nirxê nefta xam jî %3.82 zêde bûye û nirxê her bermîleke nefta xam a Amerîkî geyiştiye 33.18 dolarê Amerîkayê.

Cihê behsê ye nirxê bihayê neftê li bazara cihanê zêde dibe. Bi kêmbûna rêjeye vîrusa Koronayê li cihanê nirxê bihayê neftê jî li bazara cihanê zêde dibe û rewşa aboriya cihanê asayî dibe.